• Sunday, 15 February 2026
logo

HDPê li ser rewşa dawî ya Leyla Guvenê daxuyanîyek belavkir

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
HDPê li ser rewşa dawî ya Leyla Guvenê daxuyanîyek belavkir
Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê li ser rewşa dawî ya parlementera xwe ya Colemergê Leyla Guvenê daxuyanîyek niviski belavkir.

Di daxuyanîyê de hatiye destnişankirin ku greva birçibûnê ketiye roja 75 belê dewlet şûna mudaxale biki ku ev grev bên dawikirin berovajiya wê destur nadin ku ew rojnameyên grevê dike nuçe biçe ji çalekvana re.

Herwiha li ser rewşa saxlemîya Guvenê ji tê gotin ku hedî laşê wê bersiva tedawiyê nade. Guvenê di daxwaznameyekê de destnişankiriye ku eger hişê wê biçe ew mudaxaleya saxlemîyê qebulnake. Ji bili heyeteke ji bijişkên girêdayî Yêkitiya Bijişkan ya Tirkiye yê qebul nake. Bijişkê dawiyê ew kontrolkiri ji dibejin ew di şert û mercên girtigehê de nabe ku bimine jiber ku girtigeh pir sare di be nexweşiya pnömoni bigre.

Ji aliyê din ve hat gotin ku li gelek girtigeha ji 250 kesan zêdetir girtiya him ji bo piştgiriya Guvenê him ji ji bo tecrita li ser reberê PKKê Abdullah Ocalan rabe destbi greva birçibunê kirine.

Waar.tv
Top