• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê pêwendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Wezîrên derve yên Amerîka û Tirkiyê pêwendiyeke telefonî encam dan
Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê pêwendiyeke telefonî encam dan û di wê pêwendiyê de Mike Pompeo tekezî li ser parastina hêzên Kurdî li navçeyê kir.



Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, roja Duşembî (21-1-2019) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dane.



Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, di vê pêwendiya telefonî de rewşa Sûriyê û hemahengiya navbera Amerîka û Tirkiyê li navçeyê û herwiha mijara vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.



Wezareta derve ya Amerîkayê herwiha daye xuyakirin, Mike Pompeo di gotûbêja li gel hevtayê xwe yê Tirkiyeyî de, tekezî li ser pêbendiya Amerîkayê bo çareserkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê kiriye.



Pompeo herwiha di vê pêwnediyê de, tekezî li ser giringiya hêzên hevbeşên Amerîkayê li navçeyê û bi taybet hêzên Kurdî kiriye.



Rudaw
Top