• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîkayê 100 tir çek şandin Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Amerîkayê 100 tir çek şandin Rojavayê Kurdistanê
Ajansa Îxlas a Tirkiyê îddîa kiriye ku Amerîkayê 100 tir çekên giran ji Herêma Kurdistanê şandine bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistan.

Çavkaniyên herêmî qala zêdekirina tevdîr û tevgerên ewlehiyê û geşt û gerra hêzên amerîkî li bajarê Menbicê dikin.

Ajansa nûçeyan a Îxlasa Tirkiyê îddîa kiriye hêzên amerîkî bi zêdekirina geşt û gerrên xwe yên leşkerî li Minbicê tankên xwe jî xebitandine û tevdîrên ewlehiyê d asta herî jorîn da bi kar anîne.

Her wiha li gorî nûçeyên belavbûyî, karwaneka nû ya artêşa Amerîkayê ji Herêma Kurdistana Iraqê va berê xwe daye bakurê Sûriyê. Ev karwana leşkerî ku ji baragehên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistana Iraqê çûye Sûriyê, piştî derbasbûna ji sînorên bakurê Iraqê û çûne Rojavayê Kurdistanê.

Îro DAIŞê êrîşî karwanekî leşkerî yê Amerîkayê û HSDê kiribû di encama êrîşê de 2 leşkerên Amerîkayê birîndar bibûn û 8 leşkerên HSDê jî wefat kiribûn.

Serokê Amerîkayê 19ê Kanûna 2018an biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê dabû.

Basnews
Top