Parlementera Iraqê: Pişka Herêma Kurdistanê a bûdçeyê bûye ji %20
Parlementer Huda Secad ji kanaleke televîzyonê ya Iraqê ra aşkere kir ku 100 tirilyon dînar bûdçeya Herêma Kurdistanê hatiye zêdekirin û bo projeyan jî 33 tirilyon hatiye terxankirin.
Huda Secad da zanîn ku ligel zêdebûna bûdçeya Herêma Kurdistanê wê bo projeyan jî pare ji Herêma Kurdistanê ra bê terxankirin û bûdçeya Herêma Kurdistanê digihêje %20î.
Herwiha biryardera Parlementoya Iraqê Xedîce Elî jî da zanîn ku wê di daniştina sibehê ya parlementoyê de deng li ser bûdçeya sala 2019an bê dayîn.
