• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlementera Iraqê: Pişka Herêma Kurdistanê a bûdçeyê bûye ji %20

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Parlementera Iraqê: Pişka Herêma Kurdistanê a bûdçeyê bûye ji %20
Parlementera Iraqê liser Fraksiyona Islah Huda Secad aşkere kir ku pişka Herêma Kurdistanê a di bûdçeya Iraqê de bûye ji %20

Parlementer Huda Secad ji kanaleke televîzyonê ya Iraqê ra aşkere kir ku 100 tirilyon dînar bûdçeya Herêma Kurdistanê hatiye zêdekirin û bo projeyan jî 33 tirilyon hatiye terxankirin.

Huda Secad da zanîn ku ligel zêdebûna bûdçeya Herêma Kurdistanê wê bo projeyan jî pare ji Herêma Kurdistanê ra bê terxankirin û bûdçeya Herêma Kurdistanê digihêje %20î.

Herwiha biryardera Parlementoya Iraqê Xedîce Elî jî da zanîn ku wê di daniştina sibehê ya parlementoyê de deng li ser bûdçeya sala 2019an bê dayîn.
Top