Parlamenterê CHPê: Di sala 2021an de zêdeyî 13 hezar zarokên keç hatine zewicandin
Parlamenterê CHPê Ali Şeker li Parlamentoya Tirkiyê di gotûbêjên li ser Budceya Wezareta Malbatê de diyar kir ku wezaret karê xwe nake û bi taybetî pirsgirêka zewaca zarokan li Tirkiyê berdewam e û got “Di sala 2021an de zêdeyî 13 hezar zarokên keç hatine zewicandin.”
Civîn û gotûbêjên li ser budceya sala 2023an a Tirkiyê li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê roja Şemiyê 10ê Kanûna 2022an berdewam bûn. Budceya Wezareta Navxwe û Wezareta Malbatê hat gotûbêjkirin.
Parlamenterê CHPê Ali Şeker di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyê rewşa zarokan di her alî de her diçe ne baş dibe û tedbîrên pêwîst nayên wergirtin. Şeker amaje bi wê yekê da ku zewicandina zarokan berdewam e û desthilat ji bo rê li vê yekê bigre ti gavek neavêtiye.
Ali Şeker dibêje “Di sala 2021an de 13 hezar û 139 zarokên keç hatine zewicandin û 7 hezar û 190ê wan bûne dayîk. 117ê van zarokan temenê wan di bin 15 saliyê de ye. Nizanim wîjdanê we çawa qebûl dike lê 4 ji wan jî berî bibin 15 salî zaroka duyemîn ji wan re çêbûye. Kî/kê berpirsiyartiya xwe pêk neaniye ku ev zarok cara duyemîn bûne dayîk.”
