• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêmin Hewramî behsa civîna PDKê û YNKê dike

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Hêmin Hewramî behsa civîna PDKê û YNKê dike
Serokê Fraksîyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî behsa civîna PDKê û YNKê ya li Silêmaniyê kir û aşkere kir ku wan girîngî liser demildest avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kiriye.

Hêmin Hewramî ji ser rûpela xwe ya facebookê derbarê civîna PDKê û YNKê daxuyaniyek belav kir. Hêmin Hewramî di daxuyaniyê de da zanîn ku wan cext liser avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kiriye ku di demeke nêz de bê pêkanîn. Îro piştî nîvro şanda PDKê û YNKê li Silêmaniyê li hev civiyabûn.

Di hilbijardinên 30yê îlona 2018an de PDKê 45 parlemen YNKê 21 parlemen bidest xistibûn.

Basnews


Top