• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî ewlehiyê li Efrînê: Em nikarin aliyên çekdar kontrol bikin

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Berpirsekî ewlehiyê li Efrînê: Em nikarin aliyên çekdar kontrol bikin
Bepirsê Komîteya Ewlehiyê li Efrînê ragihand ku ew nikarin tevahiya grûpên çekdar li Efrînê û derdora wê kontrol bikin û got berpirsên wan çekdaran bazirganiyê bi mal û milkên Efrîniyan dikin.



Di daxuyaniyekê ji ajansaeke nûçeyan a opozisyona Sûriyê re, Bepirsê Komîteya Ewlehiyê li Efrînê Şêx Mîlad, ku berê fermandarê polîsê leşkerî bû, ragihand ku wan hewl da rê li ber dizî û talaniyê bigirin, lê wan nikarîbû wê diyardeyê kontrol bikin, ji ber ku gelek aliyên çekdar hene, û her aliyek dema ku darên xelkê dibire, ji xwe re dibe û bazrganiyê bi wan daran dike.



Şêx Mîlad dibêje; wan çend çekdar tevî otombîlên wan girtibûn, lê piştre di bin zextê neçar bûn wan çekdaran tevî otombilên wan serbest berdin.



Polîsê leşkerî li Efrînê bi serpereştiya Artêşa Tirkiyê hatiye damezirandin û çend navendên xwe li Efrînê û navçeyên derdorê vekirîye.

Rudaw
Top