• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Afganistanê teqînek pêkhat: 126 kes hatin kuştin

Gulan Media January 22, 2019 Nûçe
Li Afganistanê teqînek pêkhat: 126 kes hatin kuştin
Wezareta Berevaniya Afganistanê ragehand ku, di teqînekê de 126 leşker hatin kuştin.

Roja Duşemê 21.1.2019 Wezareta Berevaniya Afganistanê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, otombîleke bombekirî baregeheke leşkerî li wîlayeta Mîdan Werk kire armanc di encam de 126 leşkerên Efxanistanê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê jî ragihand ku piştî teqînê du kesên çekdar hewldane tekeve baregeha leşkerî lê ew ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniya Afganistanê rêxistina Talîbanê ew êriş girt stûy xwe.

Basnews
Top