Li Afganistanê teqînek pêkhat: 126 kes hatin kuştin
Roja Duşemê 21.1.2019 Wezareta Berevaniya Afganistanê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, otombîleke bombekirî baregeheke leşkerî li wîlayeta Mîdan Werk kire armanc di encam de 126 leşkerên Efxanistanê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê jî ragihand ku piştî teqînê du kesên çekdar hewldane tekeve baregeha leşkerî lê ew ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin.
Li gor Wezareta Berevaniya Afganistanê rêxistina Talîbanê ew êriş girt stûy xwe.
Basnews
