• Sunday, 15 February 2026
logo

Fransa: Amerîka parastina Kurdan li Sûriyê li ber çav digire

Gulan Media January 21, 2019 Nûçe
Fransa: Amerîka parastina Kurdan li Sûriyê li ber çav digire
Wezîra Bergîriyê ya Fransayê radigihîne, Amerîka parastina Kurdan li Sûriyê li ber çavan digire.

Wezîra Bergîriyê ya Fransayê Florence Parly di hevpeyvînekê ligel “Le Monde” de ragihand, Washington parastina Kurdan ji piştî vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê li ber çavan digire.

Got jî: Kurd baştirîn hevalbend di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bûn û Amerîka mijara parastina wan li ber çavan digire.

Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, Serokê Fransayê Emmanwel Macron ragihand, hêzên wan ta sala bê dê li Sûriyê bîmînin.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton roja 6ê vê mehê li Îsraîlê gotibû, Amerîka bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişe.

،24
Top