• Sunday, 15 February 2026
logo

Çekdarên Heşda Şeibî li Bertille xaniyên kurdan wêran dikin

Gulan Media January 21, 2019 Nûçe
Çekdarên Heşda Şeibî li Bertille xaniyên kurdan wêran dikin
Tê gotin ku çekdarên Heşda Şeibî herî kêm 10 xaniyên kurdan li nahiya Bertille ya Mûsilê hilweşandine.

Berpirsê PDKê li nahiya Bertille ya Mûsilê, Elî Milhim ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî herî kêm 10 xaniyên kurdan hilweşandine û li dewsa wan serbazgeh û baregehên serbazî çêkirine.

Elî Milhim da zanîn, wan welatiyên kurd jî ji tirsa canê xwe malên xwe bar kirine û reviyane Herêma Kurdistanê. Niha jî newêrin vegerin.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku ji tirsa çekdarên Heşda Şeibî, bi sedan malbatên kurd yên xelkê Bertille, koçber bûne û nawêrin vegerin ser cih û warê xwe. Heşda Şeibî bi taybet alîgir û endamên PDKê aciz dike û zilmê li wan dike.

Nahiya Bertille dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê. Li Bertille ji bilî kurdan, mesîhî jî dijîn. Piştî êrişa DAIŞê, piraniya xelkê wê nahiyê koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Piştî rûdanên 16 Cotmeha par, ew der ketin destê Heşda Şeibî.

Basnews
Top