• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştiyê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir

Gulan Media January 21, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştiyê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir
roja yekşem 20.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Selaheddîn Behaddîn Emîndarê Giştiyê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî û guhertin û hevkêşeyên li asta Iraq û navçeyê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên Herêm û Bexda û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiya di navbera her dû aliyan û hewldanên ji bo desteberkirina yek gotarî û tebayiya li Kurdistanê û bi hêzkirina sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê kirin.

Waar.tv
Top