Artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser welatiyên sivîl kir
Li gor jêderên han duhê êwarê balefirên Tirkiyeyê çend deverên curbicur weke Çiyayê Dêlê, Şekîf, Leylikan û Xakûrk bordiman kirine.
Jêderên herêmî diyar kirin ku her duhê artêşa Tirkiyeyê jî li gundê Şêlka ya ser bi deşta Hêrtê êrîşî ser welatiyên medenî kirine.
Derbarê zirar û ziyanên êrîş û bordimanên han de ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.
