Xelkê Efrînê daxwaz dikin di jêr çavdêriya NY de vegerin herêma xwe
Hejmareke ji malbatên xelkê Efrînê ku niha li navçeya Tel Temir a Cizîra Rojavayê Kurdistanê dimînin, daxwazê dikin ku civaka navdewletî li hember rewşa wan bêndeg nemîne û alîkariya wan bike, daku bi awayekî parastî vegerin nav malên xwe li herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc.
Dengê jinên Efrînî li cihekî dûrî Efrînê bilind dibe. Li gundê Tel Nesrî yê girêdayê bajarê Til Temir li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hejmareke ji malbatên Kurd ên ji Efrînê derketine, hatine bicihkirin.
Koçbera ji Efrînê, Candan Osman behsa roja derktina xwe ji Efrînê dike.
Efrînî şaxên şikestî yên darên zeytûnên xwe bi xwe re digerînin.
Bavê Xebat welatiyekî Efrînê ye, û bi şêwezarê Çiyayê Kurmênc diaxive û daxwaz dike, ku ew di bin parastineke navdewletî de vegerin nav Efrînê.
Komeleya Mafê Mirovan li Herêma Cizîrê daxwaz kir, ku her kes û aliyê ku sûc û binpêkirin li hember welatiyên sivîl ên Efrînê kirine, li gor biryarên dadgehê bêne cezakirin.
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê, Evîn Cuma dibêje: “Em dixwazin dengê milletê ku mayî û yê ku koçber bûyî, bigihînin hemû dewletan, daku ew êşa xelkê Efrînê bê sekinandin û ew millet vegere ser erdê xwe û dagîrkeriya dewleta Tirkiyê jî bi dawî bibe. Herwiha her kesê ku ti tawanek di derheqê sivîlan de kirine, bêne cezakirin.”
Li ser rêya vegerê kar tê kirin, xelkê Efrînê di her roj û helkeftekê de, girêdana xwe bi axa xwe ve nîşan didin.
Salek bi vî halî derbas bû, niha jî çavê xelkê Çiyayê Kurmênc li vê sala nû ye, ku derî li ber çareseriyê bê vekirin û bikaribin ji jiyana derbideriyê xelas bibin.
Rudaw
