Trump û Erdogan bi telefonê behsa rewşa Sûriyê kirin
Li gor medyayên Tirkiyê, duh êvarê serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan bi telefonê ligel serokê Amerîka Donald Trump peyîviye.
Li gorî agahiyan, di wê pêwendiya telefonî de Erdogan ji ber mirina 4 serbazên amerîkî di teqîna Minbicê de sersaxî ji Trump re xwestiye.
Herwiha hatiye ragihandin, ku Erdogan û Trump li ser rewşa Sûriyê û çend mijarên din ên têkildarî herdu welatan gotûbêj kirine.
Roja 16ê vê mehê teqîneke bihêz li nav bajarê Minbicê çêbibû, di encamê de derdora 20 kesan canê xwe ji dest dabûn, ku 4 ji wan serbazên amerîkî bûn.
Koşka Spî hîn di derbarê pêwendiya telefonî ya Trump û Erdogan de ti daxuyaniyek nedaye.
Basnews
