Îro salek bi ser êrîşa ser Efrînê de derbas dibe
Salek derbas bû, heta niha jî grûpên çekdar, bi piştgiriya Tirkiyê binpêkirinan li Herêma Efrînê dikin, ku di encama wê operasyona Tirkiyê de, roja 18ê Adara 2018an, Herêma Efrînê kete jêr kontrola hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di van rojan de, bi taybetî, piştî ku behsa navçeyeke aram li bakurê Sûriyê tê kirin, tirs heye ku heman senaryoya Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dûbare bibe.
Ji salekê ve, hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozsiyona Sûriyê êrîşî ser Herêma Efrînê kir.
Di wê êrîşê de, ziyanên mezin gihiştin welatiyên wê herêmê û mal û milkên wan bi awayekî berbiçav û bêbêdengiyekê ji Civaka Navdewletî, hatin wêrankirin û talankirin.
Roja 20ê Çileyê 2018an, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê, li ser Herêma Efrînê encam da.
Şer û êrîşa li ser Herêma Efrînê 58 rojan dirêj kir.
Di nav de topbaran, bombebaran û wêrankirineke mezin li hemû navçeyên wê herêmê hatin kirin.
Roja 18ê Adara 2018an, artêşa Tirkiyê û alîgirên wê ji grûpên çekdar, navenda bajarê Efrînê kontrol kir.
Di encama wê êrîşê de, nêzîka 300 hezar welatiyên sivîl koçber bûn, ku heta niha jî, nêzîkî 150 hezar kesî koçber in û hejmara herî mezin ji wan koçberan, li devera Şehba ya bakurê Helebê ye.
Piştî kontrolkirina Efrînê, binpêkirin û kiryarên grûpên çekdar, ji girtin, kuştin, îşkencekirin, dizî, wêrankirin, talankirin û guhertina demografîk, heta niha berdewam in.
Piştî salekê ji kontrolkirina Herêma Efrînê, ji aliyê wan hêzan ve, niha behsa metirsî û egera dûbarekirina rewşeke hevşêweyî wê rewşê, tê kirin, ku Tirkiye dixwaze deverekê bi navê “Navçeya Aram”, li jêr kontrol û serperiştiya xwe damezrîne, ew navçe bi kûrahiya 32 kîlometreyan û dirêjahiya bêhtir ji 400 kîlometreyan, wê navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li xwe bigire.
Derbarê wê navçeya aram, gelek senaryo têne pêşbînîkirin, ku her senaryoyek ji yên din cuda ye.
Bi giştî, aliyên siyasî yên kurdî û rêxistinên sivîl li Rojavayê Kurdistanê, li dijî wê yekê ne ku senaryoya Efrînê careke din, li herêmên wan, dûbare bibe, ji ber ku heta niha, ew alî tekez dikin, ku ti aramî û ewlehî li ser destên artêşa Tirkiyê û hêzên çekdar, li Herêma Efrînê, nehatiye bicihkirin, lê belê metirsiya wê yekê heye ku, bi dûbarekirina wê senaryoyê, ziyanên mezintir bêne encamdan û rewşa Sûriyê bi giştî, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî, aloztir bibe.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê di daxuyaniyekê de, bi helkefta salvegera êrîşa li ser Efrînê, ragihandiye, ku dewleta Tirkiyê hewl dide gelê kurd ji koka wî rake û kar li ser guhertina demografîk, li Efrînê dike, êdî metirsiya wê yekê heye ku heman kar, li navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, bêne kirin.
Berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê red dikin ku senaryoya Efrînê careke din bê dûbarekirin.
Hevdem ligel helkefta salvegera êrîşa li ser Efrînê û berdewamiya gefên Tirkiyê û metirsiya damezrandina navçeya aram, li gorî pîvan û daxwazên Tirkiyê, Rêveberiya Xweser xalên danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê ragihandine, bi hêviya ku di encamdana danûstandinê û rêkeftinekê, rêgiriyek li pêş hewlên Tiriyê bê kirin.
Rudaw
