• Sunday, 15 February 2026
logo

Belema penaberan binav bû, 117 mirî

Gulan Media January 20, 2019 Nûçe
Belema penaberan binav bû, 117 mirî
Li Derya Naverastê nêzîkî peravên Lîbyayê karesateke din a mirovî rû da. Belema penaberan noqî avê bû û di encamê de 117 penaberan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên medya Îtalî, belema ku 120 penaber di nav de bûn û ji Lîbyayê berê xwe dabû Ewropayê, di nav derya Naverast de noqî avê bû.

Li gor agahiyan tenê 3 penaber hatin rizgarkirin û zarok û jinên ducan jî di nav de 117 penaberan canê xwe ji dest dan.

Medya Îtalî da zanîn, belema plastîk piştî rêwîtiya 10 demjimêran a ji Lîbyayê noqî avê bûye û heta sê demjimêran alîkarî nehatiye kirin. Li gor piraniya penaber ji welatên cuda yên Efrîqayê ne.

Li gor tomarên rêxistinên penaberan, par 2 hezar û 262 kesan di nav ava Derya Naverast de canê xwe ji dest dan e.

K24
Top