• Sunday, 15 February 2026
logo

Parlementerekî berê yê AKPê: Çavên me li 2 milyon dengên HDPê ye!

Gulan Media January 20, 2019 Nûçe
Parlementerekî berê yê AKPê: Çavên me li 2 milyon dengên HDPê ye!
Kevneparlementerekî kurd yê AKPê dibêje, di referandoma guhertina Qanûna Esasî ya Tirkiyê de alîgirên HDPê 2 milyon deng dabûn AKPê, ew dîsa jî wan dengan dixwazin.

Parlementerê berê yê kurd yê AKPê Orhan Mîroglu di mîtînga partiya xwe de li bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê, ku li ser hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê hatibû lidarxistin, ragihand, AKP nûnera herî mezin ya biratiya kurdan û tirkan e ji ber ku wê partiyê bi serokatiya Erdogan înkara li ser kurdan û qedexeya li ser zimanê kurdî bi temamî hilweşandiye.

Orhan Mîroglu bang li alîgirên HDPê jî kir dengê xwe bidin AKPê û got, hûn dizanin alîgirên HDPê di referandomê (referandoma 16 Nîsana 2017 ya Qanûna Esasî) de çi qas deng dan me! 2 milyon deng dan me! Ji ber wê jî çavên me dîsa li wan dengan e…

Hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê roja 31 Adara îsal tên kirin.

Referandoma guhertina Qanûna Esasî ya Tirkiyê, roja 16 Nîsana 2017 hat kirin. Di referandomê de eniya “erê” bi pêşengtiya AKPê li hember eniya “na” bi pêşengtiya CHPê bi ser ket.

Basnews
Top