• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK û YNKê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê li hev kir

Gulan Media January 20, 2019 Nûçe
PDK û YNKê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê li hev kir
Ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê, hilbijartina parêzgarekî nû û aktîvkirina Encûmena Parêzgehê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi sê rêyan dest bi hewldanên xwe kiriye. Ji aliyekî ve li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hev kirine ku lijneyên dualî yên asayîbûna navbera xwe aktîv bikin ku berî niha hatibûn rawestandin, li Kerkûkê jî çendîn civîn li gel aliyên Ereb û Tirkmenan encan da.



Li Bexdayê jî şandeke YNKê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya û daxwaza çareseriyeke bilez li ser van mijaran kir.



Endamê Fraksiyona YNKê yê li Parlementoya Iraqê Cemal Şikur ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “YNK, PDK û partiyên din li gel aliyên Kerkûkê rûniştine, daku li ser danîna parêzgarek û aktîvkirina Encûmena Parêzgehê bigihîjin rêkeftinekê, hewldan bi awayekî berdewam ber bi wê arasteyê ve diçe ku rewşa Kerkûkê baştir bibe, em jî ji vê derê ve weke parlementeran hevahengiya me heye û me serokwezîr re hevdîtin kiriye, li Kerkûkê pirsgirêk heye, weke pirsgirêka desteserkirinê, pirsgirêka îdarî, pirsgirêkên civakî û pirsgirêka leşkerî û ewlehiyê heye.”



Şanda YNKê li gel Bereya Tirkmenî ya Iraqê û Partiya Turkmenelî civiya, herdu aliyên civînê bi awayekî eşkere ji hev re gotibûn ku parêzgarê Kerkûkê ji me be.



Serokê Partiya Turkmenelî Riyaz Sarî Kehiye ji Rûdawê re ragihand: “Armanca serdanê ew bû ku piştgiriya Tirkmenan bi dest bixin ji bo hilbijartina parêzgarekî YNKê. Em jî weke partiyeke Tirkmenan, me ji wan re got û helwesta Tirkmenan ragihand ku parêzgar bi şêweya xul be, du sal bi du sal ji bo her pêkhateyek, îdareya hevbeş were pêkanîn bi awayekî %32.”



Rewş niha bi dilê pêkhateya Ereb e, her çiqas dibêjin ku ciyawaziyên wan ew qas zêde nînin û amade ne ji bo gotûbêjan, lê ne amade ne biçin bin barê cîbicîkirina wan daxwazên ku danîne ber wan.



Berdevkê Encûmena Erebî Hatem Tayî ji Rûdawê re ragihand: “Ez bawer dikim ku ne dûr in li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û partiyên Tirkmenan, baweriya min wisa ye ku ji bo çareserkirina pirsgêrêkên li nav parêzgehê rûbirû dibin, rûniştin nêzîk in.”



Piştî civînên hefteya borî yên polîtburoyên PDK û YNKê, Rûdawê zanî ku roja şemiyê li Hewlêrê yekem civîna lijneyên wan du partiyan ji bo çareseriya pirsgirêkan û di nav wan de jî asayîkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê birêve çû û biryar e herdu alî bi hevbeşî dest bi hevdîtinên xwe li gel Bexdayê kirine.

Rudaw
Top