• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Efrînê 2 teqîn çê bûn û kuştî û birîndar hene

Gulan Media January 20, 2019 Nûçe
 Li Efrînê 2 teqîn çê bûn û kuştî û birîndar hene
Li Efrînê li çarêya Kawa bombeyek vedayî bi baseke sivîlan de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got, destpêkê bombeyek vedayî li çarêya Kawa ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hate dîtin û wan ew bombe teqandin.

Li gor wî jêderî, piştî teqîna yekem û li nêzîkî wî cihî, kesek li basê siwar bû bombeyek danî hundirê basê û ew bombe di hundirê basê de teqiya û 7 kesên sivîl ên ku di basê de bûn canê xwe jidest dan û hejmarek jî welatiyên sivîl û çekdaran ên li dever li nêzîkî basê bûn ku hejmara wan nêzîkî 12 kesan bûn jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên K24ê, basa bombe pê de teqiya ya Rifiet Şêx Sîdî ye û ew bi xwe jî bi birîndar bûye, lê ti metirsî li ser jiyana wî nîn e.

Welatiyên kuştî û birîndar ji bo nexweşxaneya Leşkerî ya Tirkî ya li taxa Mehmûdiyê hatin veguhastin.


Piştî teqînê cihê bûyerê ji aliyê Polîsa Leşkerî û çekdaran ve hat dorpêçkirin.

Duhî jî li Efrînê teqîneke li nêzîkî hola Jîn a şahiyan rû dabû û di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest dabû û 3 kesên din jî birîndar bûbûn.

Ev teqîna îro hevdem e bi roja salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê ye.
Top