• Sunday, 15 February 2026
logo

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bi Erdogan re civiya

Gulan Media January 19, 2019 Nûçe
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bi Erdogan re civiya
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û senatorê amerîkî Lindsey Graham îro li Enqerê hevdîtin kirin.



Senatorê amerîkî yê partiya komariyan, Lindsey Graham îro serdana Tirkiyê kir.



Lindsey Graham ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve li koşka serokatiya wî welatî hat pêşwazîkirin.



Îro danê berê nîvro, Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy ragihandibû, ku senatorê amerîkî Lindsey Graham serdana Tirkiyê dike û bi serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan re dicive.



Aksoy diyar kiribû, ku Erdogan û Graham dê di derbarê rewşa Sûriyê de gotûbêj bikin.



Tê çaverêkirin, di hevdîtina Graham û Edogan de, biryara Trump a bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û geşedan û rewşa herêmên li bakurê Sûriyê bêne nirxandin.

Rudaw
Top