Guterres bo Rûdawê: Ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê divê sê merc li ber çavan bigrin
Li ser destpêşxeriya çêkirina devereke aram li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê, Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku "her çiqas heta niha destpêşxeriyeke bi vî rengî negihiştiye ber destê Neteweyên Yekbûyî, ji bo her cure çareseriya qeyrana Sûriyê divê sê prensîpên sereke li xwe bigre, ku ew jî "divê rêz li yekparçeyiya axa Sûriyê were girtin. Nîgeraniyên ewlehiyê yên welatan, ji wan jî Tirkiye li ber çavan were girtin. Prensîpa sêyem jî berfirehiya pêkhateyên Sûriyê were nasîn û ew werin guhdarîkirin.”
Li ser egera belavbûna hêzên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Guterres eşkere kir: “Niha ti planek ji bo belavkirina hêzên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê tine ye.”
Derbarê Iraqê de jî Antonio Guterres ji Rûdawê re ragihand: “Em bi awayekî bihêz piştevaniya Iraqê dikin. Tîmên me li Iraqê gelek çalak piştevaniyê dikin. Em piştgiriya pêwîstiyan dikin ji bo Iraqeke seqamgîr û xweşguzaran ku bikare li ber dijwariyan borî bi ser bikeve.”
Rudaw
