• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye: YPG ji Til-Rifetê êrîşî hêzên me li Efrînê kir

Gulan Media January 19, 2019 Nûçe
Tirkiye: YPG ji Til-Rifetê êrîşî hêzên me li Efrînê kir
Artêşa Tirk da xuyakirin, YPG ji Tel-Rifetê top avêtine Efrînê û ji aliyê wan ve jî bersiv hatiye dayîn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, şervanên YPG ji Til-Rifetê êriş li hêzên wan yên li Efrînê kirin.

Hat destnîşankirin, hêzên wan jî bersiva êrişê dan e.

Tel-Rifet herêmeke nêzîkî Efrînê ye û di bin kontrola hêzên Rûsî û hikûmeta Sûriyê de ye, ku piştî Efrînê YPG hin hêzên xwe vekişandibûn wê derê.

Tirkiye ligel hêzên girêdayî xwe berî salekê Efrîn dagîr kiriye. Li deverê milişyatên ser bi Tirkiye ve talan û diziyan dikin, hevwelatiyan direvînin. Herweha Hêzên Tirkiye diyar dikin, ku şervanên YPG carînan êrîşî hêzên wan dikin.

K24
Top