• Sunday, 15 February 2026
logo

McGurk: Tirkiye ne cîhê baweriyê ye

Gulan Media January 19, 2019 Nûçe
McGurk: Tirkiye ne cîhê baweriyê ye
Nûnerê Berê yê Taybet ê Hêzên Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAİŞê Brett McGurk bi daxûyaniyekê got: Tirkiye, di ware arîşaya Surîyê de, ne cîhê baweriyê ye.

McGurk daxuyaniyek daye Washington Postê û rewşa Surîyê şirove kiriye.

Mc Gurk dibêje: Hêzên ku Tirkiye li Surîyê alîkariya wan dike, tundrew in û nikarin cîhê HSDê bigrin.

Di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Amerika di stratejiya xwe ya li gel Hêzên Kurdên Surîyê, rêkek di rast de ye û HSD dikare bibe alternatifa hemu civakên li Suriyê.

McGurk dide zanîn: Eger Amerika li gorî daxwazên Tirkiyê rêk bikeve, dê alozî zêde bibe, bi sedhezaran Kurd ku di şerê DAİŞê de berdêlên giran dan e, dê koçber bibin û jiyana Kristiyanên li Suriyê jî, bikeve bin metirsiyê de.

K24
Top