Li Meksîko teqîn: 20 mirî û 70 birîndar
Li gor berpirsên wilayeta Hidalgo, sedema teqînê ew bû ku sotemenî ji boriyê rijiyaye, ji ber hinek kesan xwestine bi awayekî ne yasayî boriyê qul bikin û sotemeniyê ji boriyê derxînin.
Zanyariyên ku hatine belav kirin ên destpêkê ne û li gor berpirsên xwecihî, eger heye hejmara qurbaniyan zêdetir be ji wêya hatiye belavkirin.
Hidalgo dikeve naverasta Meksîkayê û 62 kîlometre dûrî bakurê Meksiko City a paytext e.
Rudaw
