HRW: Tirkiye welatek ne dadperwer e
Ligor rapora Human Rights Watch, Tirkiye jî dinav de, rewşa 100 welatan a binpêkirinên mafên mirovan, jiber çavan derbas kirin e.
Di raporê de, diyar dibe: Li Tirkiye di bin desthilata Erdogan de, zordarî, girtin, binçavkirin û îşkence, bênavber berdewam e.
Dîrektorê Giştî yê HRWê Kenneth Roth da zanîn: Di hilbijartinên Hezîran a 2018an ên Serokomariyê de, Namzetek Serokomariyê di zîndanê de bû û hilbijartin hatin kirin.
Di dawiya Raporê de tê diyar kirin: Li Tirkiyê dadgeh ne serbixwe ne, endamên Oposizyonê ya ku desthilatê rexne dike, bi hecatên bê wate ve, tên zîndankirin.
