Nêzîkî 2500 malbatên xelkê Rebîe û Zûmarê li sînorê Zaxoyê dijîn
Di dema bûyerên 16ê Cotmehê de, bi sedan malbatan ji navçeyên Zûmar û Rabîe berê xwe dane sînorên Herêma Kurdistanê û li kampên koçberan ên li Zaxo hatin bicîhkirin. Koçber dibêjin, her çend hikûmeta Iraqê dizane ku rewşa wan xirab e jî, lê ti hewlekê nade ji bo vegerandin, an jî çareserkirina pirsgirêkên koçberan.
Awareya bi navê Xayde Hesen dibêje ku ji ber Heşda Şeibî, wan tenê zarokên xwe xilas kirine û dibêje: “Me got bila di destê dijminan de nemînin, emê zarokên xwe bibin û xilas bikin. Ji wê dema ku em hatine vê derê ti alîkariyek ji bo me nehatiye kirin. Kes me nabîne li vir.”
Awareyê bi navê Seîd Reşo jî diyar dike ku wan ti alîkarî ji rêxistinan nedîtine û alîkariya wan nehatiye kirin.
Zêdetirî 2500 malbatên awareyên Rebîe û Zûmar li Zaxoyê dijîn, li gor datayên Qeymeqamiya Zaxoyê, zêdetirî %60 li derveyî kampan dijîn û piraniya wan di avahiyên netemamkirî de ne.
Qeymeqamê Navçeya Zaxo Botan Mihsin ji Rûdawê re eşkere kir ku bûyerên van demên dawî hejmareke din a mezin ji awareyên Zûmar û Rebîe anîn, tevî ku Qeymeqamiya Zaxoyê ji wan re gotiye ku li kampan cih heye, lê ew li benda wê yekê ne ku vegerin deverên xwe.
Xelkê Zûmar û Rebîe ji dema bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve ji ber şerê Heşda Şeibî û Pêşmerge yê li ser deverên wan, aware bûne û li gor Burdê Karûbarên Mirovatiyê ya Duhokê, hikûmeta Iraqê weke pêwîst alîkariya awareyan nake.
Berpirsê Ragihandinê yê Burdê Karûbarên Mirovatiyê Salim Seîd ji Rûdawê re ragihand, li ser awareyên ku li parêzgeha Duhokê ne, erkê mezin dikeve ser hikûmeta Iraqê, lê ji ber ku wezîrê nû yê hikûmeta Iraqê dest bi kar nekiriye, heta niha alîkariyên pêwîst ên jib o zivistanê paş ketine û negihiştine.
Li gor datayên Burdê Karûbarên Mirovatiyê yê Duhokê, nêzîkî 4 hezar malbatên Rebîe û Zûmar aware bûne û hemû li navçeyên Zaxo û Sêmêlê dijîn, bi rêjeya %20 jî vegeriyane cih û warên xwe.
Rudaw
