• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka Hikûmeta Iraq li ser êrîşên Îsraîlê agehdar dike

Gulan Media January 18, 2019 Nûçe
Amerîka Hikûmeta Iraq li ser êrîşên Îsraîlê agehdar dike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Serokwezîrê Iraqê re Adil Ebdulmehdî re gotiye ku, eger Îsraîl li Iraqê êrîşî Heşdî Şeibî bike Amerîka bê deng dimîne.

Ajansa RT îro di nûçeyeka xwe de belav kir ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya serdana xwe de bo Bexda Serokwezîrê Iraqê agehdar kiriye eger Îsraîl Heşdî Şeibî bordûman bike welatê wî ti helwestê natîne.

Herwiha li gor wê ajansa rûsî Serokwezîrê Iraqê re Adil Ebdulmehdî dilgiraniya xwe ji Mike Pompeo nîşandaye û gotiye ku, êrîşek bi vî awayî ji Îsraîlê dê metirsiyê li ser navçeyê pêkbîne.

Basnews
Top