Beşek ji Şîeyên Iraqê kar ji bo derxistina hêzên Amerîkayê dikin
Di daxuyaniyeke de, Fraksiyona Sadiqûn ragihand, haydariyên Amerîka li dijî wan bêwate ne, û ew rijd in ji bo derxistina hemû hêzên biyanî ji Iraqê.
Fraksiyona Sadiqûn anî ziman ku haydariyên Amerîka baş zelal dike, ku ajendeya wê ji bo demeke dirêj li Iraqê bimîne, lê ev yek bi tenê xewn e û ew rê nadin ku hêzên biyanî li Iraqê bimînin.
Herwiha Fraksiyona Sadiqûn hewlên xwe dide ku bi rêya parlementoyê, yasayek were derxistin ku rê bide hêzên biyanî werin derxistin.
Rudaw
