Ebubekir Karwanî: Hemû welat dizanin Barzanî xwedî bandorek bihêz e!
Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Ebubekir Karwanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berpirsên welatên cîhanê dema serdana herêma Kurdistanê dikin, pir xwezayiye serdana wan kesan dikin ku desthilata welat di dest wan de ye, yan jî xwedî pêgehekî bihêz a li ser partî û saziyan in. Bê guman Barzanî li herêma Kurdistanê kesayetek bihêz e û biryara siyasî di dest de ye. Ji ber wê berpirsên welatên cîhanê dema tên Herêma Kurdistanê, serdana wî dikin.’’
Herwaha diyar kir, berpirsên welatan dema li gel serok Barzanî dicivin, li wî tiştî nanêrin ka paye û erkekî wî yê fermî heye yan na, ji ber ‘’Mesele ew e, kî dikare û hêza wî ya biryara siyasî dayînê heye û biryara siyasî di dest kî de ye û gelo kî herî zêde xwedî bandore? Ew li gel kesê wisa dicivin.’’
Ebubekir Karwanî got: ‘’Li gor welatan herçend Barzanî payeyekî wî yê fermî nebe jî, lê bandoreke wî ya bihêz li ser proseya siyasî ya herêma Kurdistanê heye. Ew jî dixwazin li gel kesekî danûstanê bikin ku xwedî biryara siyasî be, bê guman eger berpirsên derveyî welat nezanin Barzanî kesayeteke bihêz a herêma Kurdistanê ye, bi vî awayî serdana wî nakin û li gel hevdîtinan pêknaynin.’’
Basnews
