Berpirsekî Gorran: Em hêvîdar in Mesrûr Barzanî gendeliyê nehêle
Hevdîtin û hewlên partiyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê didomin lê heta niha tiştek xuya nake.
Endamê civata niştimanî ya Gorranê Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re got, eger em beşdarî hikûmetê bibin emê posta cîgirê serokê hikûmetê û çend wezaretan bixwazin da ku em bikarin xizmeta welatiyan bikin.
Nesredîn Mehmûd her wiha got, pêkanîna hikûmetê gelekî gîro bûye. Helbet xetayê Gorranê di vê yekê de nîne, aliyên din li hember vê rewşê berpirsiyar in. Daxwaza me ew e hikûmet di demek kurt de pêk were.
Wî berpirsê Gorranê behsa hebûna gendeliyê kir û got, yek ji daxwazên me ji serokê nû yê hikûmetê ew e ku gendeliyê nehêle, bo vê yekê jî xebatek micid bike.
Basnews
