Li Xurmatû xaniyê hemwelatiyek kurd hate teqandin!
Şeva borî 16.01.2019ê li taxa Husên a bajarê Xurmatû xaniyek ne temam kirî yê hemwelatiyekî kurd ê bi navê Ferhad Fazil Simîn hate teqandin.
Li gor zanyariyên berdest, berê ew tax ji kurd û tirkmenên şîe pêkdihat. Lê piştî dagirkirina Xurmatû ya ji aliyê milîsên şîe ve beşek ji xaniyên hemwelatiyên kurd ên li wê taxê ji aliyê milîsên şîe ve hatin şewitandin û talan kirin.
Basnews
