Çekdarên opozisyonê li Efrînê gorên Kurdan têk didin
Welatiyekî ji Efrînê, ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand ku roja Çarşembiyê 16ê Çileya 2019an çekdarên opozisyonê kêl û gorên goristana gundê Edama yê ser bi bajarokê Reco ve têk dane û bi erdê re rast kirine.
Bi gotina wî welatiyê ji Efrînê, hinceta çekdaran bo têkdana kêl û goran, ew bûye ku ew kêl û gor ji erdê bilind in û li gor hizrê wan, divê bi erdê re bên rastkirin.
Hefteya bihorî jî çekdarên opozisyonê kêl û gor, li gundê Meydankê yê ser bi nehiyeya Şera yaEfrînê ve bi heman behaneyê têk dabûn û bi erdê re rast kiribûn.
Di Kanûna bihorî de jî, bi hinceta firehkirina rê, çekdaran heman kiryar li gundê Sinarê yê ser bi nehyeya Şera kiribûn û zêdeyî 500 gorên goristana wî gundî têk dabûn.
Herêma Efrînê ji 18ê Adara sala 2018ê ve û piştî şerekî 58 rojî ketiye bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê.
Rudaw
