• Sunday, 15 February 2026
logo

Dadgeha Ewropa, Tirkiye li hember Osman Baydemîr mehkûm kir!

Gulan Media January 17, 2019 Nûçe
Dadgeha Ewropa, Tirkiye li hember Osman Baydemîr mehkûm kir!
Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropa (DMME) di dozekê de di navbera Tirkiye û şaredarê berê yê Diyarbekirê Osman Baydemîr de, Baydemîr mafdar dît.

Sala 2006, di encama êrişeke kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de, 14 gerîlayên PKKê li herêma Diyarbekirê şehîd bibûn. Piştî wê, li Diyarbekirê xwepêşandan çêbibû û ji ber mudaxeleya hêzên ewlehiyê, alozî derketibû û 2 sivîl hatibûn kuştin.

Şaredarê wê çaxê yê Diyarbekirê Osman Baydemîr piştî wan aloziyan axaftinek kiribû û gotibû: Hûn ji êşa me xwedî derketin. Me 14 can ji dest dan, niha bûn 16. Ez ji ber wêrekiya we, spasiya we dikim. Em jî bi we re ne. Divê polîs vegerin qereqolên xwe û xort (qesta wî gerîla bû) jî vegerin malên xwe…”

Piştî vê axaftinê, li dijî Osman Baydemîr, bi tohmeta ku alîgirtiya PKKê kiriye, doz hatibû vekirin û sala 2010 biryara dawî ya dadgehê ew bû ku Baydemîr 2 mehan bikeve zîndanê lê paşê cezayê wî zîndanê bû cezayê dirav.

Parêzera Osman Baydemîr, Reyhan Yalçindag ew doz bir Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê.

Li gorî agahiyan, dadgehê di dawiyê de ragihand ku qanûna azadiya ramanê ji aliyê dadgeh û hikûmeta Tirkiyê ve hatiye binpêkirin ji ber wê jî Baydemîr mafdar e.

Li gorî biryara DMME, divê hikûmeta Tirkiyê 3 hezar û 975 euro bide Baydemîr.

Basnews
Top