• Sunday, 15 February 2026
logo

HSD: Emê bibin alîkar

Gulan Media January 17, 2019 Nûçe
HSD: Emê bibin alîkar
dibêje em jî dixwazin tişteke wisa hebe
Hêzên Sûriyeye demokrat di daxuyaniyekê de derbarê pilana Serokê Amerîkayê ya bo ava kirina herêmeke ewle di navbera HSD û Tirkiyeyê de, weşand û têde behsa vê yekê kir ku ew weke HSDê amadene bo ava kirina herêmeke wisa bibin alîkar û hêvî dikin ku li ser vê mijarê bikaribin li gel Tirkiyeyê lihev bikin.

HSD herwiha diyar kiriye ku ev piştgîrî didin her rêkeftinekê ku bibe sedema çê kirina aramî li sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de.

Weke tê zanîn beriya çend rojan Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku bo pêşî girtin ji derketina şerê navbera HSDê û artêşa Tirkiyeyê pilan dike daku di navbera wan de herêmeke ewle ava bike.

Top