Serok Barzanî bi peyamekê avabûna Kurdistan TV pîroz kir!
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî naveroka peyamê waha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîstemîn (20.) salvegera damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî birêveber û kedkar û hemû karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Dezgeha Satalayta Kurdistanê werçerxanek bû li ragihandina Kurdistanî de û roleke ber bi çav li belavkirina hişyariya neteweyî û çanda pêkvejiyanê û xizmetkirina doza rewa ya gelê me da hebûye û bandora wê li nav medyaya Kurdî da diyare. Her wiha pêbendî bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyarî û armancên bilind ên gelê me bûye û berhem û destkeftên wê cihê şanaziyêye.
Li vê helkeftê de hêvîdarim Dezgeha Satalayta Kurdistanê bi sûdwergirtina li awa û amrazên serdemiyane û bi gurutîneke zêdetir berdewam bê li kûrkirina hişyariya neteweyî û çandiya aştî û pêkvejiyanê û parastina cûdahiyan û her wiha ew çaverêyî lê tê kirin ku bibê medyayekî çalaktir û karatir û li asta guhertin û pêşhatan bê û bi hêjatirîn awayî maf û daxwazên rewayên gelê Kurdistanê û dîrok û bihayên bilindên civaka Kurdistanê binasê û rê bi evîniya niştiman û hişyariya giştî ya li civakê bide.
Destxweşiyê li we dikim û pêzanînên min ji bo erk û keda we de heye.
Mesûd Barzanî
17.01.2019
Basnews
