Li Minbicê teqîn: 2 serbazên Amerîkayê hatin kuştin
Li gor agahiyan, teqîn li nêzîkî xwaringehekê çêbûye û di encama teqînê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û du ji wan serbazên Amerîkayê ne.
Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah ragihand, di teqînê de du serbazên Amerîkayê hatine kuştin.
DAIŞê li ser twîterê berpirsatiya encamdana teqîna li Minbicê li xwe girtiye û ragihandiye, çekdarekî wan ê xwekuj ku çaketeke êlegeke bombekirî pê re bûye, xwe bi hêzên Amerîkayê de teqandiye.
Rudaw
