Mesrûr Barzanî û şandeka serbazî ya hevpeymaniya dijî DAIŞê civîyan
Di civînê de bi giştî behsa şerê DAIŞ û terorê hat kirin her wiha aloziya ku li rojhilatê çemê Firatê li Sûriyê heye, jî hat axaftin.
Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku divê di navbera hêz û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinek nû were kirin da ku mafên gelê kurd li Sûriyê were garantîkirin.
Di hevdîtinê de behsa çawaniya zuhakirina terorê û hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Iraqî, Pêşmerge û hevpeymaniya dijî DAIŞê de û dabînkirina aramiyê li deverên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin, jî hat kirin.
Waar.tv
