• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û şandeka serbazî ya hevpeymaniya dijî DAIŞê civîyan

Gulan Media January 16, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî û şandeka serbazî ya hevpeymaniya dijî DAIŞê civîyan
Şîretkarê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li fermandeyê giştî yê tîma hevbeş ya operasyonên taybet ya hevpeymaniya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê, general Patrick Roberson û şanda pê re kir.

Di civînê de bi giştî behsa şerê DAIŞ û terorê hat kirin her wiha aloziya ku li rojhilatê çemê Firatê li Sûriyê heye, jî hat axaftin.

Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku divê di navbera hêz û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de rêkeftinek nû were kirin da ku mafên gelê kurd li Sûriyê were garantîkirin.

Di hevdîtinê de behsa çawaniya zuhakirina terorê û hemahengiya zêdetir di navbera hêzên Iraqî, Pêşmerge û hevpeymaniya dijî DAIŞê de û dabînkirina aramiyê li deverên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin, jî hat kirin.

Waar.tv
Top