PDKê derbarê şehîd kirina endamekî xwe li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir!
Daxuyaniya baskê 3 yê PDKê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku berpirsê rêxistina Musela ya PDKê Ebdulcebar Reşîd Arif Kakeyî ku di sînorê lijneya navçeya baskê wan de ye, kesek niştimanperwer bûye û şeva borî li pêş mala xwe ya li taxa Musela ji aliyê terorîstan ve bi giranî hatiye birîndar kirin û piştre jî şehîd bûye.
Ji ber vê bûyera xemgîn PDK serxweşiyê li malbat, kesûkar û hemû endamên PDKê yên li Kerkûkê dike.
Li gor zanyariyên Basnewsê şeva borî du çekdarên nenas li ser motorsîkletekê gule berdana wî endamê PDKê û piştî ew gehandine nexwaşxaneyê, ji ber birîna wî giran bûye, jiyana xwe ji dest daye.
Basnews
