• Sunday, 15 February 2026
logo

PDKê derbarê şehîd kirina endamekî xwe li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir!

Gulan Media January 16, 2019 Nûçe
PDKê derbarê şehîd kirina endamekî xwe li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir!
Baskê 3 yê PDKê daxuyaniyek derbarê şehîd kirina endamekî xwe li bajarê Kerkûkê belav kir.

Daxuyaniya baskê 3 yê PDKê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku berpirsê rêxistina Musela ya PDKê Ebdulcebar Reşîd Arif Kakeyî ku di sînorê lijneya navçeya baskê wan de ye, kesek niştimanperwer bûye û şeva borî li pêş mala xwe ya li taxa Musela ji aliyê terorîstan ve bi giranî hatiye birîndar kirin û piştre jî şehîd bûye.

Ji ber vê bûyera xemgîn PDK serxweşiyê li malbat, kesûkar û hemû endamên PDKê yên li Kerkûkê dike.

Li gor zanyariyên Basnewsê şeva borî du çekdarên nenas li ser motorsîkletekê gule berdana wî endamê PDKê û piştî ew gehandine nexwaşxaneyê, ji ber birîna wî giran bûye, jiyana xwe ji dest daye.

Basnews
Top