Ji Rûsyayê daxuyaniya li Sûriyeyê “herêma ewle”
Lavrov li paytext Moskovayê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiv da pirsa peyamnêrê AAyê ya li ser plana herêma ewle ku Serokê Amerîkayê Donald Trump anî rojevê û Tirkiyeyê jî razîbûna xwe nîşan da.
Sergey Lavrov got ku divê meriv ji çarçoveya yekparetiya xaka Sûriyeyê va li plana navborî mêze bike û wiha dewam kir, “Divê meriv ji wê çarçoveyê li van yekan hemûyan mêze bike ku li Sûriyeyê rejim dê di kurtedemekê da yekparetiya xakê bixe destê xwe. Helbet ev mijar gava Serokomar Recep Tayyîp Erdogan seba muzakereyên careke din hat Rûsyayê, dê ligel Serokê Dewletê Vladîmîr Putîn bê gotûbêjkirin.”
Lavrov bal kişand ser girîngiya parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê û wiha dewam kir, “Lêbelê ez dixwazim dubare bikim ku li vê derê armanc ew e ku yekparetiya xaka Sûriyeyê ku ji aliyê hemû endamên NYyê va hatiye îmzekirin, were cih. Di vê navberê da helbet Tirkiye tevda emê ewlehî û berjewendiyên ciranên Sûriyeyê û yên hemû aliyan li ber çavan bigirin.”
Waar.tv
