Nêçîrvan Barzanî: Korbendên aborî dibine sedema xortkirina peywendîyan
Derbarê peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Îranê de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Peyvendiyên me li gel Îranê peyvendiyeke dem dirêj û dîrokî û ferhengiye. Ji ber wê berdewam em kar li ser pêşxistina peyvendiyan li gel Îranê dikin û hewl didin di çarçoveya yasayên navnetewî de peyvendiyên xwe pêşbixin.’’
Barzanî aşkera kir her îro wezîrê plandanîna herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir, bi armanca çareseriya wan pirsgirêkên ku hene û bên çareser kirin ew serdan pêktê.
Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Ji aliyê siyasî ve piştevaniya temamî li hikûmeta Dr. Adil Ebdulmehdî dikin û hemû hewldanekê jî emê bidin ku ew pirsgirêkên herêma Kurdistanê li gel Bexdayê hene, di çarçoveya destûra Iraqê de çareseriyekê em bibînin.’’
Waar.tv
