53 parlamenterên Fransayê bo piştgiriya li "Rojava" bang li Macron kirin
Li gorî Medyaya Fransî, 53 parlementerên wî welatî daxwaz kirine ku Parîs hewlên xwe yên ji bo perwerde û rahênana hêzên Kurdî zêde bike, û çekên zêde jî ji wan re bişîne.
Parlementerên Fransayê herwiha ragihandine, ku şervanên Kurd roleke mezin di şerê DAIŞê de lîstin û gelek dever ji destê DAIŞê rizgar kirin û divê piştgiriyeke mezin bo wan were pêşkêşkirin.
Li gorî wan parlementeran, têkçûna DAIŞê dibe sedema aramiya Fransa ji êrîşên terorê û tekez kirin, ku piştevaniya HSDê karekî exlaqî ye.
Parlementerên Fransayê di derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li Rojhilatê Feratê de jî, hişyarî dane hikûmeta welatê Fransa û gotine, eger Tirkiye êrîşî wan navçeyan bike, dê DAIŞê xurt bibe û careke din dest bi êrîşan bike.
Wan parlementerên Fransî ragihandine ku divê Parîs bi çavê berpirsyariyê li erkê xwe binêre, û daxwazê ji Encûmena Asayişa Navdewletî bike, ku biryarê bide daku Kurdên Sûriyê parastî bin.
Rudaw
