Tevgera Azadî: Eger PDKê baregehên me bigirta, dê bikirina qîre qîr!
Endamê rêveberiya rêxistina Tevgera Azadî, ku rêxistineke PKKê ye, Hêriş Mihemed ji BasNewsê re got, girtina baregeh û endamên Tevgera Azadî ji aliyê asayişa YNKê ve, biryar û fermana Tirkiyê ye, YNKê tenê bicîh aniye. Bi vî rengî YNK ket bin fermana Tirkiye û Erdogan.
Hêriş Mihemed her wiha got, rast e li hember wan karên YNKê nerazîbûnek mezin hat nîşandan lê em li bendê bûn ew kesên ku xwe wek rewşenbîr dibînin û her dem dijberiya PDKê dikirin, dengê xwe derxînin. Lê heta niha jî peyvek jî li dijî wan kiryarên YNKê negotine û ninivîsîne.
Wî alîgirê PKKê anî ziman, wisa xuya dike ew rewşenbîr û elît li hember kujmek dirav, qelema xwe firotine û got, eger endam û baregehên me ji aliyê PDKê ve hatibana girtin niha wan rewşenbîran dikirin qîre qîr û hawar dikirin!
Basnews
