Salih Mislim: Em nizanin qesta Trump ji navçeya ewle çi ye
Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Mislim li ser daxuyaniya Trump a li ser avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê ji malpereka tirkî re axivî û got: "Bi rastî em nizanin pirsa navçeya ewle wê çawa be. Em weke 'Herêma Ewle' fêm dikin."
Salih Mislim diyar kir, navçeya ewle dê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve bê avakirin û got, "Dibe ku di bin banê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê yan jî hêza Neteweyên Yekgirtî (NY) de be."
Salih Mislim her wiha anî ziman, ew nû daxuyaniyên Amerîka yên li ser navçeya aram dibihîsin û di navbera wan de ti axaftin li ser vê yekê nehatiye kirin.
Serokê Amerîka Donald Trump duhî di tiwttekê de gotibû: “heger Tirkiye êrişî Kurdên Sûriyê bike, dê aboriya Tirkiyê were jinavbirin.” Herwiha amaje bi wê yekê jî kiribû, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 mayl (dora 32 km) li bakûrê Sûriyê ava bikin.
Basnews
