• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîr û dîplomatên welatên mezin li dû yek li gel Serok Barzanî hevdîtinan pêktînin!

Gulan Media January 15, 2019 Nûçe
Wezîr û dîplomatên welatên mezin li dû yek li gel Serok Barzanî hevdîtinan pêktînin!
Wezîr û dîplomatên welatên mezin ên cîhanê li dû yek li gel Serok Barzanî hevdîtinan pêktînin û guftûgoyê derbarê kurd û çarenivîsa kurdan li Kurdistanê dikin û çavdêrek jî aşkera dike ku aliyên Kurdistanî jî pêgehe Serok Barzanî têdigehin, lê bi aşkera nabêjin.

Îro 15.01.2019ê wezîrên derve yên Fransa û Îranê li Hewlêrê ne û li gel berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê û Serok Barzanî civiyan. Berî naha jî wezîrê derve û wuzeya Amerîkayê, wezîrê derve yê Hollandayê, serokwezîrê Vatîkanê, Şêwirmendê wezareta berevaniya Amerîkayê yê karûbarê Rojhilata Navîn, herwaha bi dehan şand û dîplomatkarên mezin ên cîhanê hatin Hewlêrê û li gel Serok Barzanî civiyan û mijara serekî ya civînan jî pirsa kurd û çarenivîsa kurdan li Kurdistanê bû.

Serokê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî di dema uxirkirina wezîrê derve yê Fransayê de ji K24ê re ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê karî pêgeha xwe biparêze û hatina wan şandeyan bo herêma Kurdistanê jî belge ye ku welat dixwazin peyveniyên xwe li gel herêma Kurdistanê biparêzin.’’

Vê derbarê de çavdêrê siyasî û serokê berê yê fraksiyona PDKê Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herêma Kurdistanê bixwe îspat kir, ku referandûm kir, bo wan welatan jî diyar bû ku Kurdistan dixwazê bibe welateke serbixwe. Lê naha ev şandane ku tene herêma Kurdistanê, dixwazin ji me re bibêjin rûyên nû li Iraqê hene û pêwîste li gel Iraqê bi guftûgoyê pirsgirêkan çareser bikin.’’

Herwaha got, welatên derve danûstanê li gel wî alî dikin ku hêz di dest de hebe û xwedî biryar bin û xwedî pêgeha civakî bin. Beşek ji serdanan de rehenda aborî heye, wek hatina wezîrê derve yê Îranê. Hat zanîn jî herêma Kurdistanê pêgehekî aborî ya bihêz heye û hemû aliyan serkeftin bidest aniye. Ew jî piştevanî hikûmetekî bihêz dikin, ku bikarin Kurdistanê ji vê qonaxê derbas bikin û li gel Bexdayê pirsgirêkan çareser bikin.’’

Erefat Kerem got, aliyên Kurdistanê baweriya wan bi wê yekê hatiye ku Serok Barzanî xwedî çi pêgehekî ye, lê ‘’Ji aliyê din ve kurd xwedî psikolojiyeke xirab in û rastiyan mûkir nayên. Ji aliyeke din ve jî beşek ji wan aliyên li ser bingehê dijatî kirina PDKê xelk li dora xwe komkirine.’’

Basnews
Top