• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Mihemed Mela Qadir gencên Hewlêrê ber bi Kurdatiyê ve han dida

Gulan Media January 15, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Mihemed Mela Qadir gencên Hewlêrê ber bi Kurdatiyê ve han dida
Pêşmergeyê dêrîn, kesayetiyê siyasî yê navdar ê Herêma Kurdistanê û endamê Polîtburoya PDKê Mihemed Mela Qadir îro koça dawî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawiyê ya xebatkar Mihemed Mela Qadir peyameke hevxemiyê arasteyî malbata wî kir û got: “Mihemed Mela Qadir di rojeke dijwar de û du sala piştî damezrandina PDKê dest bi karê siyasî kir û berê gencên desta Hewlêrê ber bi Kurdayetî, çalakî û kiryarên rewşebîrane han dida.”

Herwiha di peyama xwe de got jî: “Piştî niskoya Şoreşa Îlonê di koçberî û Pêşmergayetiyê de nimûneyeke xweragir bû. Piştî Raperîna sala 1991an jî wek wezîr beşdarî kabîbeya yekem û duyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”
Top