• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Îranê: Pêgeh û aramiya Kurdistanê ji bo Îranê giring e!

Gulan Media January 15, 2019 Nûçe
Wezîrê derve yê Îranê: Pêgeh û aramiya Kurdistanê ji bo Îranê giring e!
Îro 15.01.2019 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şandekî li gel kir.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê, spasiya hewlên Serok Barzanî ya li rasterê kirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keş û hewayekî nû hatiye holê û li gel Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên di navbera Herêm û Bexda de mane hemû hewlan dide.

Di beşekî din ê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê gihand.

Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke din ê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li ser dostayetî û peyvendiyên dû alî kirin.

Basnews
Top